Berdevkê Îranî: Zîyareta Erdogan ya li Tehranê gelek mûhîm bû
Nasir Kenanîyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê, zîyareta Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ya li Tehranê bi “gelek mûhîm” wesifand
Kenanî di dema nirxandina rojevê de, derheqê Bendava Sêalî ya Îran-Tirkîya-Rusya de, destnîşan kir ku Tehran di 19ê Tîrmehê de ji civîneke gelek mûhîm re xwedîtîyê kir û Komarîya Îslamî ya Îranê di alîyê dîplomasîyê de rojeke geş derbas kir.
Kenanî, destnîşan kir ku Îran ji bo pêkanîna îstiqrar û ewlehiyê li navçê û herwiha ji bo kûrkirina dostaniya di navbera welatên cîran û misilman de, rêbaza dîplomasiya pragmatîk û aqilane bikar tîne.
Kenanî, zîyareta Erdogan jî bi navê “gelek muhîm” wesifand, derheqê îmzekirina mitebeqeta Hevkarîya bi Dema Dirêj yê Vebigirtî ya Tirkîye-Îranê de jî, wî bi gotina vê yekê ku ev lihevkirin dikare di çarçoveya siyaseta cîrantiya baş û berjewendiya dualî de peywendiyên her du welatan bi pêş ve bibe û got: "Lihevkirina navborî dê di peywendiyên dualî yên Îran û Tirkiyê de pêngaveke mezin bide pêş."
Derheqê operasyona muhtemel a Tirkiyê li Sûriyê de jî weha got, “Îran di wê baweriyê de ye ku kiryara leşkerî dibe sedema gurbûna kirîza Sûriyê û aramî û ewlehiyê peyda nake.” (ÎLKHA)