2 hevalên ku li Xarpêtê ji bo hênik bibin ketibûn bendavê xeniqîn
Li Gola Bendava Karakaya ya navçeya Baskilê ya Xarpêtê 2 hevalên ku dema sandoqên mişmişan dişuştin ji bo hênik bibin ketibûn gola bendavê jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer li gundê Suyataxi yê li navçeya Baskîlê yê, di mezrika Kalê Gola Bendava Karakaya'yê de pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin Ozan Alanur (21) û hevalê wî Mahmut Çelîk'ê ku ji Meletîyê wek mêvan hatibû cem wî, sendoqên mişmişan li gola Bendava Karakaya ya ku li nêzî mezrike dişuştin.
Du hevalên ku ji bo hênik bibin ketin gola bendavê, 10 metre dûrî qeraxê binav bûn, piştî demekê di nava avê de têkoşîn kirin û xeniqîn.
Welatiyên derdorê ketin avê û cenazeyên 2 hevalan anîn qeraxê.
Ekîbên agirkuj, tenduristiyê û cendirme yên Meletiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Piştî lêkolîna cendirme û dozgerê komarê, cenazeyên 2 kesan ji bo otopsiyê rakirin Morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê. (ÎLKHA)