• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Alî Xameneî û Serokkomar Erdogan hevdîtinek kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Erdogan, ji bona ku beşdarê civînê bibe çûbû Îranê û li vê derê bi Ayetullah Seyyîd Alî Xamaneîyê Serokê Înqîlaba Îslamî yê Îranê re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de Îbrahîm Reîsîyê Serokkomarê Îranê jî amade bû.

Li gorî medyaya Îranê Alî Xameneî di hevdîtinê de, derheqê kêmbûna minasebetên hevkarîya îqtîsadî û tîcaretê yê herdû welatan de destnîşan kir û got ku “Ev pirsgirêk bila di encama mizakereyên Serokkomaran de bê çareserkirin.”

Xameneî, di hevdîtinê de diyar kir ku dûrketina ji îxtîlafên kêfî û polîtîkayên ku îxtîlafê çêbike ji bona îzzeta ummetê û mezinahîya ummetê gelek muhîm e û weha got, “Ji sedema nîfaq û neyartîya ku li herêmê heye yek jî alîkardayîna Emrîqayê ji rejima sîyonîst re ye.”

Xameneî, di axavtina xwe de ragihand ku Filistîn meseleya alema Îslamê ye û axavtina xwe weha domand, “Digel normalbûna hinek dewletan bi rejîma sîyonîst re, xelq ji vê rejima xespker re bi tundî li dijî wê normalbûnîyê disekinin.”

“Em ewlehîya Tirkîye wek ewlehîya xwe dibînin”

Xameneî, ji pêşniyazê Erdogan re weha got, “Em ê di micadeleya terorê de mitleq bi we re hevkarîyê bikin.”

Xameneî, ji Erdogan re weha got, “Em ewlehîya Tirkîye wek ewlehîya xwe dibînin. Hun jî gerek ewlehîya Sûrîyeyê wek ewlehîya xwe bibînin. Pirsgirêka Sûrîye gerek bi rêya mizakereyê bê çareserkirin. Gerek Îran, Tirkîye, Sûrîye û Rusya ev pirsgirêkê bi rêya dîyalogê dawî bike.”

Pirsgirêka Îran-Ermenîstanê

Ayetullah Xameneî, kêfxweşîya xwe yê dayîna Qarabaxê ji Azerbaycanê re anît ziman û weha got, “Elbet ku polîtîkaya astengkirina sînora Îran û Ermenîstanê bê rojevê Komarîya Îslamî ya Îranê ew ê li hemberê wê derkeve, çîmkî ev sînor rêya ragihanê ya bi hezar salan e.”

“Em ji bona xelqê Misilman yê Turkîye dia dikin”

Xamaneî, di axavtina xwe de bal kişand ku ew di hemû meseleyên herêmî ên di navbera Tirkîye û Îranê de zêdekirina hevkarîyê bi feyde û lazimî dibînin û weha got, “Em daîma di meseleyên hindir de û di meseleyên di derve de ji Tirkîyê re tê kitin de hikumeta Enqereyê parast û wek ku we jî got em di demên zor û zehmet de dostên hevdû ne û em ji bona xelqê Misilman yê Tirkîye dia dikin.”

Erdogan jî di hevdîtinê de weha axivî, “Tirkîye, daîme ji zilma ku li hember Îranê hat kirin re bêdeng nema, biratîya ku di navbera herdû welatan de ne gerek bê belavkirin û zêdekirin. Em ji hêvîya Îranê re a di derheqê nukleerê de alîkar dikin û şîrketên Tirk jî ji bona li Îranê vebêthênan bikin wan teşwîq dikin.”

Erdogan, di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku helwesta Tirkîye ê di derheqê yekîtîya ‘erdên Sûrîye de jî aşkere ye û weha axavtina xwe dawî kir, “Em ji Hikûmeta Sûrî hêvîya dest pê kirina pêvajoyeke sîyasî ne. Di Lûtkeya Astanayê de meselaya Sûrî di rojevê de ye û em hêvî dikin ku encamên pozîtîf bidest bixin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir