Li Parîsê êrîşa çekdar: 1 mirî 4 birîndar
Li Parîsa paytexta Fransayê bi çekan êrîş li kafêyek hat kirin, di encama êrîşê de kesek canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Fransayê hatine bidestxistin, du kesên ku bi erebeyê hatin li ber kafêyê, ji erebeyê peya bûn û maseyeke ku li alîyê banokêye ji xwe re kirin hedef û êrîş li wê maseyê kirin.
Di encama êrîşê de keseke ku li maseyê rûdinişt canê xwe ji dest da û 3 kesên derdorê û keseke ku li maseyê rûdinişt jî birîndar bûn.
Piştî êrîşê keseke êrîşdar ji teref mişterîyan ve hat qefaltin û ji polês re hat teslîmkirin.
Polês ji bo êrîşdar bên qefaltin tehqîqat da destpêkirin.
Medyaya mehellî îddîa kir ku ev êrîş dibe ku meseleyê mafyayê be. (ÎLKHA)