• DOLAR 32.568
  • EURO 35.258
  • ALTIN 2469.653
  • ...
SON DAKİKA
Ji Serokatîya Bajara Dîyarbekir ya CHPê re qeyûm hat tayînkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi qerara Dadgeha Hiqûqa Silha 9emîn a Enqereyê ji Serokatîya Bajara Dîyarbekir ya CHPê re qeyûm hat tayînkirin.

Ji Serokatîya Bajara Dîyarbekir ya CHPê re li gorî qerarê Canan Taniş, Muzaffer Deger, Behçet Gezer, Mehmet Beşîr Îpekçî, Devrîm Budak, Suleyman Berberoglu hat tayînkirin.

Ji wan kesên ku navê wan hatin gotin di nav demeke kin yê pêvajoya qanûnê de ji bona bangkirina sazîya giştî desthilatî û îzin hat dayîn.

Gonul Ozela Seroka Bajar ya Dîyarbekir a CHPê ku ji wezîfeyê hatibû kirin, derheqê meseleyê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de got ku tayînkirina qeyûm rast e lê rêya îstînafê vekirîye.

Ozel, di daxuyanîya xwe de weha got, “Navenda Giştî bi min re ye. Serokên navçe yên ku min wan ji wezefeyê desthelanî bû ji bona ku bê çûyîn kongreya derasayî îmze kom kiribûn, ji ber ku navenda giştî qerara kongreyê negirt, wan îmzeyan dan dadgehê û dadgeh jî qerar daye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir