Li Endonezyayê êrîşa çekdarî li sivîlan hat kirin: 10 mirî
Li eyaleta Papua ya Endonezyayê di êrîşên çekdarî yên komên cudaxwaz de 10 sivîl hatin kuştin û 2 sîvîl jî birîndar bûn.
Berdevkê polîsê Papua Ehmed Mustafa Kamal di daxuyaniya ku belav kir de ragihand ku komeke sûcdar a çekdar êrîşên cuda li 4 taxên navçeya Nduga pêk anîn.
Kamal diyar kir ku komeke cudaxwaz 10 kes kuştin û 2 kes jî bi giranî birîndar kirin.
Ji bo qefaltina êrîşkaran operasyon hat destpêkirin. (ÎLKHA)