Artêşa Holenda'yê ew ê perwerdehîyê bide leşkerê Ukrayna'yê
Wezareta Parastinê ya Holenda'yê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku li Înglîstan'ê ji 10 hezar leşkerên Ukraynayê re ew ê perwerdehîya 4 hefteyî bidin.
Hat diyarkirin ku dê di meha Tebaxê de perwerdeya leşkerî ya bingehîn, perwerdehiya nîşanê û perwerdeya alîkariya ewil ya tendirustîyê wê dest pê bike.
Di perwerdehiyên ku bi komî bên kirin de tê texmînkirin ku di nava 3-4 mehan de biqede.
Personelên deryayî yên Hollandayê jî wê piştgirîyê bidin perwerdehiyê. (ÎLKHA)