• DOLAR 32.991
  • EURO 35.397
  • ALTIN 2453.55
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê, di ‘Îda Qurbanê de ji 710 malbatan re goştê qurbanê belav kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mucahît Onenê endamê Karwana Hêvîyê yê Mêrdînê, derheqê xebatên ‘Îda Qurbanê de daxuyanîyan da. Onen, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew bi tevahî ji 710 malbatan re 420 kîlo goşt belav kirine.

Onen weha axivî, “Em bi navê Karwana Hêvîyê di ‘Îda Qurbanê de gelek xebitîn. Em qurbanên xwe yên ku berîya ‘Îdê mirovên ku wekaletên xwe dabûn me, di çarçoveya wekaletên wan de qurbanên wan girt. Di roja duyemîn û sêyemîn a ‘Îdê de jî dest bi jêkirina wan kir. Hemd ji Xwedê re ku me bi tevî temsîlkarên Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê 3 heb heywanên mezin, 62 heb jî heywanên biçûk jêkir û dan serjêkirinê, dû re van heywana jî di roja duyemîn, sêyemîn û çaremîn a ‘Îdê de jî wan gihaşt malbatên xwe yên mihtac.”

Onen, derheqê xebatên ku li navçeyan hat kirin de jî agahîyan da û weha got, “Temsîlkarê me yê Şemrex 9 heb heywanên biçûk serjêkir û gihaşt malbatên mihtac. Xeyn ji wan 9 heb heywanan xêrxwazên me yên ku heywanên xwe jêkirinê û ji wê heywanên xwe parek ji me re şîyandine jî me da malbatên xwe yên mihtac. Temsîlkarê me yên Nisêbîn jî 15 heb heywanên biçûk jêkirin û me goştê wan jî belavê malbatên xwe yên mihtac kir. Temsîlkarê me yê Rêşmilê jî 12 heb heywanên biçûk jêkirin. Temsîlkarê me yê Kerboran jî 24 heb heywanên biçûk serjêkirin û em bi vê şeklê bi ciddî gihaştin bi sedan malbatên xwe. Li temsîlkarê me yê Girherînê jî xêrxwazên me yên ku heywanan serjêkirine ji goştên xwe par ji me re şîyandin û me jî bi van paran xwe gihaşt gelek malbatan.”

Onen, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku di dema belavkirinê de gelek malbat jî hatine komeleyê û ji wan goşt xwestine, “Bi rastî jî di lîsteya me de gelek malbatên me yên qeydkirî hebûn. Banga me ji xêrxwazan ev e ku, qurbanên we yên ku hûn didin me em dighêjînin malbatên mihtac. Di vê çarçoveyê de em ji we dixwazin ku van alîkarîyên xwe her dem bikin. Em ji we daxwaz dikin ku wan înfaq, sedeqe û bexşên we yên ku hûn di ‘Îda Remezanê de û di ‘Îda Qurbanê de didin me di mehên dinê de jî bidomînin.”

Onen di dawîya axaftina xwe de ji xêrxwazên ku bexşan kirine re sipasîyên xwe kir û weha axivî, “Di ‘Îda Qurbanê û Remezanê de gelek bexş, qurban, sedeqe û înfeq tênê me. Piştî van mehan jî hûn wan qurbanên xwe û bexşên xwe bidin me, bi îzna Xwedê em ê jî wan emanetên we bi kolîyan, bi xwarinê û alîkarîya meddî bighêjînin malbatên mihtac.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir