• DOLAR 32.991
  • EURO 35.397
  • ALTIN 2453.55
  • ...
Ensarullah: Emê li cem gelê Filistînê bin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em seredana Serokê DYE’yê Joe Biden a ji bo herêmên dagirkirî û Erebîstana Siûdî bi tundî şermezar dikin. Armanca vê serdanê bi guhnedana ewlekarî û aramiya herêmê xizmeta Îsraîlê ye."

Di berdewama daxuyanîyê de wiha hat gotin, "Di dema hevdîtinan de azadî, serxwebûn û mafê aştiyê yê gelên herêmê tê bazarkirin, pêvajoya asayîbûnê ya bi rejîma dagirker a siyonîst re tê gotûbêjkirin. Ev jî nîşan dide ku îxanet li doza Filistînê hatiye kirin."

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de werê hat gotin:

“Encamên asayîbûnê jî ji bo ewlekariya rejîmên herêmê ji ber ku ji xelkê dûr dikevin talûkeye. Armanca vê seferê asayîkirina peywendiyên Siûdî û Îsraîlê ye. Piştgirîya Tevgera Ensarullah’ê wê li cem gelê Filistînê û komên berxwedanê bidome.”

Tevgera Ensarullaha Yemenê jî helwesta Rejîma Siûdî ku vekirina qada hewayî ya xwe li ber balefirên rejîma dagiker a siyonîst, rexne kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir