• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
Kalinê Berdevkê Serokkomarîyê:Micadeleya me ya li hember FETOyê ew ê di her zemîn û rûbarê de bidome
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îbrahîm Kalinê Sefîr û berdevkê Serokkomarîya Tirkîye di salvegera 6emîna teşebûsa derbe ya FETOyê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Rihê Miletê me yê piştgirî, qeweteke wisa ye ku dikare hemû planên komên teror ên navneteweyî betal bike. Heyecan û mihabbeta me yê  wê şevê berdewam dike.”

Kalin di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew ê micadeleya wan yê li hember FETOyê berdewam bike û weha li axavtina xwe zêde kir, “Kesên ku di derbeyê de cih girtine li ku derê dinyayê de bin jî ew ê di nav ewlehîyê de nemînin. Ew ê micadeleya me ya li hember FETOya ku nirxên dînî û menewî îstîsmar dike û bawerîyeke ji rê derketî dişopîne re di her zemîn û rûbarê de berdewam bike. Em ji wan welatên ku wan derbekaran dihewînin re bangên xwe nû dikin: Wê marê ku hûn di nav xwe de xwedî dikin ew ê rojekî bi we vebide. Ji vê rêxistina jehrî bi lez û bez xwe xelas bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir