• DOLAR 32.233
  • EURO 35.008
  • ALTIN 2408.227
  • ...
Li Denizliyê otobûs teqle avêt: 3 jê giran 41 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza li ser rêya Antalya-Denîzliyê pêk hat. Li gor agahiyên hate bidestxistin otobûsa gerê ya bi plaqeya 07 HGK 90 a ku di bin kontrola Alî G. de bû, ji ber ku ajokarê wê kontrola dîreksiyonê winda kir ji rê derket û teqle avêt.

Di qezayê de ajoker Alî G., rêber û 39 turîst birîndar bûn. Hat hînbûn ku rewşa tenduristiyê ya 3 tûrîstan giran e.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin kesên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên navçeyan û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir