Li Îzmîrê 7 karkerên ku tê îddîakirin bûne sedema şewata daristanê hatin binçavkirin
Hat ragihandin 7 karkerên qaynakê yên ku tê îddîakirin bûne sedema şewata daristanê hatin binçavkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di dema xebata van 7 karkerên qaynakê de şirewîskek ket nav pûş û şewat derket. Bi tesîra bayê agir her ku çû belavî derdorê bû û temamê daristanê da ber xwe.
7 karkerên ku tê îddîakirin bûne sedema derketina şewatê hatin binçavkirin.(ÎLKHA)