Li Pakistanê ji ber baran û bagarê hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 165 kesan
Ji ber baran û bagara ku li Pakistanê tesîra xwe didomîne heta niha 165 kes canê xwe ji dest dan.
![Li Pakistanê ji ber baran û bagarê hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 165 kesan](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/5j6GvxlGQfcBdv9r67gCSHUMfmE=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/28/li-pakistane-ji-ber-baran-u-bagare-hejmara-kesen-ku-cane-xwe-ji-dest-dan-derket-165-kesan-b56c7cab.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Derbarê mijarê de ji teref PDMAya ku Otorîteya Îdareya Afetê ya Sîndhê ye destnîşan kir, ji ber baran û bagerê li Karaçîyê 38 kes û li tevahîya welêt jî 127 kes tevde 165 kes canê xwe ji dest dan.
Di encama felaketa ku pêk hat de gelek mal û dikan di bin avê de man.
Ji ber baranên ku ji 1ê Hezîranê vir ve tesîra xwe li welêt zêde dikin heta niha 165 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)