Li Nîjeryayê êrîşa bi çek: 18 cotkar hatin kuştin
Li nêzî Gusauya paytexta eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê, di êrîşên bi çekan de 18 cotkar hatin kuştin.
![Li Nîjeryayê êrîşa bi çek: 18 cotkar hatin kuştin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/90s8pdGMZ2ZEB1FGhjsgdQXaDUI=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/28/li-nijeryaye-erisa-bi-cek-18-cotkar-hatin-kustin-ecc357b9.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li Nîjeryayê Berdevkê Polîsê Zamfara Mihemed Şehu ragihand ku di êrîşên çekdarî yên li gundên nêzî Gusauyê hat kirin de 18 cotkar mirin, gelek kes birîndar bûn û 14 kes jî dîl hatin girtin.
Şehû diyar kir ku di êrîşan de gelek xanî şewitîne û diyar kir ku bi dehan kes ji tirsa malên xwe terikandine.
Li parêzgehê pevçûnên tund di navbera Fulaniyên ku ev 5 sal in bi sewalkariyê re mijûl in û hin eşîretên ku bi cotkariyê re mijûl dimin pêk tên (ÎLKHA)