Li Xarpêtê qeza: 4 birîndar
Di encama qezaya ku li Qovancîlara Xarpêtê pêk hat de 4 ks birîndar bûn.
Qeza li Qovancilarê li çarrêyekê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn du wesayîtên bi plaqeya 23 HE 409 û 23 ADG 633 li çarrêyê li hev qelibîn ku di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)