Li Pakistanê ji ber baranên mûsonê heta niha 121 kes canê xwe ji dest dan
Hat ragihandin li Pakistanê ji ber baranên mûsonê heta niha 121 kes canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber barana ku li Belucistan, Pencap û Hayber Pahtunhva zêde barîya lehî rabûn ku di encama lehîyan heta niha 121 kes canê xwe ji dest dan û gelek mal û rê xera bûn.
Tê tirsîn ku hejmara kesên mirî zêdetir bibe.(ÎLKHA)