Li Îzmîrê 107 koçber hatin xelaskirin
Hat ragihandin ku li nêzî Karaburuna navçêya Îzmîrê 104 koçberên ku ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin hêla Tirkîyeyê hatin xelaskirin.
Ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û hat destnîşankirin ku di 7’ê Tirmehê se’et 10.15’an de li navçeya Karaburuna Îzmîrê 104 koçber ên ku ji teref hêzên Yunanistanê ve hatibûn vegerandin hêla Tirkîyeyê û di behrê de asê mabûn hatin xelaskirin. (ÎLKHA)