Li Nîjeryayê 443 mehkûmên ku fîrar kiribûn hatin qefaltin
443 mehkûmên li êrîşa ku Kujeya devera Abujayê ku serbajarê Nîjerya’yê ye ji teref nasnavên wan nedîyare hatibu kirin de ji girtîgehê fîrar kiribûn hatin girtin.
Berdevkê Serwîsa Islahê ya Nîjeryayê Umer Abubakar di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku di êrîşa li girtîgehê de 443 girtiyên reviyane hatin binçavkirin.
Abubakar diyarkir ku di dema êrîşê de 879 girtî ji girtîgehê reviyan, niha li girtîgehê tevî 443 mehkûman 551 girtî hene. Yên mayî jî hêj nehatine girtin.
Abubakar parve kir ku di êrîşê de nobedarek û 4 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û 16 girtiyên birîndar tên dermankirin. (ÎLKHA)