Di rêbejan de kontrolên trafîkê hat destpêkirin
Ji teref Wezareta Karên Hindir ve kontrolên trafîkê ên ku ji ber Cejna Qurbanê bê kirin dest pê kir.
Ji ber minasebeta betlaneya Cejna Qurbanê dê ji îro û pê ve heta 18’ê Tîrmehê kontrolên trafîkê yên li ser rêyan wê berdewam bikin.
Di navbera van tarîxan de li tevahiya welêt her roj 9 hezar û 580 ekîb/tîm, 17 hezar û 529 personel bi tevahî 114 hezar û 960 ekîb/tîm, 210 hezar û 352 personel ku berpirsiyariya Polês û Cendirmeyan tên wezîfedarkirin.
Ji bo pêşîgirtina li qezayan dê kontrolên hewayî û bejayî bên zêdekirin, bi ajokarên ku îxlalan dikin re û her wiha bi ajokarên din ên wesayîtan re peywendiya rû bi rû bê danîn û bi taybetî derbarê sînorê lezê û binpêkirina kembera emniyetê de wê ajokar bên hişyarkirin. (ÎLKHA)