Li Hetayê êrîşa bi çekdar: Mirîyek, 8 birîndar
Hat destnîşankirin ku li Hetayê êrîş li erebeyek hat kirin, di encama êrîşê de kesek canê xwe ji dest da, 4 jê zarok tev de 8 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya ku di bin qontrola S.E. de bû li Taxa Çankayaya navçeya Îskenderunê ji teref kesên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve bi tiving û demençeyê nêrîş lê hat kirin.
Di encama êrîşê de keseke ku di erebeyê de bû canê xwe ji dest da, 4 jê zarok 8 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin kesên birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Îskenderunê.
Derheqê êrîşê de şikdarek hat binçavkirin lê derheqê sedema meseleyê de tu agahîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)