Nûçegihanê ÎLKHAyê Hamza Yuksel hat definkirin
Hamza Yukselê Nûçegihanê Dildar ê ÎLKHAyê yê ku doh li Qayserîyê qeza kir û çû rehma Xwedê îro li Edenê ji teref hezkirîyên xwe ve hat definkirin.
Hamza Yukselê 25 salî doh dema ku ji bo amadekirina xeberekê diçû cihekî wesayîtê li motora ku ew dajot qelibî bû û giran birîndar bûbû û digel temamê midaxeleyan rehmet kiribû.
Merhûm Hamza Yuksel piştî nimêjeya cenazeyê ya li Goristana Asrî ya Edeneyê hat kirin re li Goristana Burukê ji teref hezkirîyên xwe ve hat definkirin.(ÎLKHA)