• DOLAR 32.586
  • EURO 35.058
  • ALTIN 2432.311
  • ...
Ji ber barana ku hêj li Pakîstan’ê dibare hejmarê miriyan derket 20’î
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemeniya welat hatine bidestxistin, barana ku ev du roj in li Pakistanê berdewam dike, li bajarê Ketta ya eyaleta Belûcistanê bû sedema felaketê.

Hat ragihandin ku ji duh ve li bajêr tevî 10 kesên dinê jî hejmara mirîya derket 20 kesî.

Di encama barîna barana zêde de li seranserê eyaletê nêzî 50 xaniyên kerpîç xera bûn, li herêma Muslim Baxa Çiyayî 100 xanî xesar dît û rê di nav avê de man.

Hat destnîşankirin ku li çoltera bajêr gelek zeviyên çandiniyê jî zirarê dîtin.

Li bajarên cuda yên welêt binesazî zirar dît, li gelek herêman jî qutbûna ceyranê pêk hat. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir