NY: Gerek di navbera penaberên Sûrîyeyî û Ukraynayîyan de ferqî neyê kirin
Paulo Pînheîroyê Serokê Komîsyona Lêgerîna Sûrîyeya Serxwebûna Navneteweyî yê Neteweyên Yekbûyî, bal kişand ku gerek di navbera penaberên Sûrîyeyî û Ukraynayîyan de ferqî neyê kirin.
![NY: Gerek di navbera penaberên Sûrîyeyî û Ukraynayîyan de ferqî neyê kirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/o8EcMvhG87GHMiVsbFIev4cip5I=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/27/ny-gerek-di-navbera-penaberen-suriyeyi-u-ukraynayiyan-de-ferqi-neye-kirin-bc742d25.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Pînheîro, di axavtina xwe de îfade kir dema ku penaberên Sûrîyeyî û Ukraynayê tênê mêvankirin dîtina “"standardîya weya dualî poşman e", Pînheîro di vê meseleyê de banga nekirina standardîya dualî kir û weha got, “Ez dibînim ku ji Ukraynayîyan re bi dest vekirî û comêrdî miamele tê kirin û ez vê tiştê rexne nakim. Ew vê tiştê heq dikin. Encax hêvîya min ev e ku bila ev miamele ji Sûrîyeyîyan re jî bê nîşandan.”
Pînheîro, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku di dema herba Sûrîyeyê de ku sala 2011an de dest pê kiribû û heta niha 300 hezar sîvîl canê xwe ji dest dane û ev hêjmar jî kesên ku xeyn ji wan kesên ku destê wan de çek hebûne û mirin e ye. (ÎLKHA)