Li Etîyopyaya ku qetlîamên bi kombûyî tê kirin êrîş li sîvîlan hat kirin: 150 mirî
Doh li Etîyopyaya ku di nav van demên dawîn de qetlîamên bi kombûyî tên kirin êrîşeke nû hat kirin, di encama êrîşê de ji 150 zêdetir sîvîl canê xwe ji dest dan.
Di encama êrîşa ku li herêma Oromîyoyê ji teref kesên nasnameyên wan nayê zanîn ve hat kirin de, herî kêm 150 sîvîlên ku endamê koma nîjada Amharayê ne canê xwe ji dest dan.
Abîy Ahmedê Serokwezîrê Etîyopyayê, di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku êrîş ji teref Cephe-Sheneya Xelasîya Oromîyayê ve hatîye kirin.
Hat destnîşankirin ku li hember ji koma Amharayana ku li welat koma nîjadîya duyemîn a ew ê herî mezine re li herêma Oromîyayê dem bi dem êrîşan tê kirin. (ÎLKHA)