Rusya, bajarekî dinê yê Ukraynayê bi dest xist
Wezareta Parastinê ya Rusyayê daxuyand, Lysychanska ku “qeleya dawîn ya rojavayê” ê Ukraynayê dihat hesibandin bi temamî bi dest xist.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastina Rusyayê ve hat daxuyandin weha ye: “Operasyonên serkeftina ku ji teref hevkarîya Mîlîsên Xelqê Komarîya Xelqa Luhanskê û Hêzên Çekdar ya Rusyayê ve, bi bidestxistina Lysychansk û hinek cihên derdorê dinê encam bû.”
Artêşa Ukraynayê jî ev daxuyanîyê rast kir.
Di daxuyanîya Serokatîya Sererkanî ya Ukraynayê de hat îfadekirin ku ew li Lysychanskaya ku şereke mezin pêk hatibû mecbûr man ku ji li wê derkevin û di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Berdewamkirina parastina bajêr li hember avantaja piranîya muhimat û personelên yekîneyên Rusyayê ew ê encamên mirina zêde pêk bianîta. Ji bona parastina Ukraynayîyan qerara vekişandinê hat girtin.”
Rusya, bi bidestxistina Lysychanskayê herêma Luhanskê bi temamî kir bin kontrola xwe. (ÎLKHA)