• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Dayîka Afîye Siddiqî rehmet kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin Îsmet Siddiqîya dayîka mirovê zana Dr. Afîye Siddiqî ya Pakîstanî ku di girtîgeha Emrîqayê de tê girtin, îro serê sibê li Karaçîyê rehmet kir.

Dayîk Siddiqî ya ku di demeke dirêj e nexweş e, 80 salî bû.

Ji teref çapemenîya Pakîstanê ve hat dîyarkirin, derheqê definkirin û nimêja cenazeya dayîk Siddiqî de ji malbatê tu daxuyanîyek nehat belavkirin.

Dr. Fevzîye Siddiqî jî di demeke nêz de gotibû ku dayîka wê nexweş e û ji bona dayîka xwe û xuşka xwe diayê xwestibû.

Di demên dawîn de, Dadgeha Bilind a Îslamabadê, ji Wezareta Karên Derve re telîmateke ji bona ku ji malbata Dr. Afîye re dayîna vîzeyê bê rehetkirin kiribû.

Xweha Afîyet Siddiqîya ku di destê Amerîka de ye û lê îşkence û zilmên hovane tên kirin derheqê mijarê de berî niha wisa xeber dabû:

Fewzîyeya ku xuşka Afîyet Siddiqîya ku ji teref Amerîkayê ve ev bû 14 zindanan de tê girtin îşkence û zilmên lê mezin tên kirin derheqa xweha de nameyek nivîsand û yek bi yek qala zilmên Amerîkayê kir.

Pîreka ku Amerîkayê emperyalîst jê ditirse: Afîyet Siddiqî

Afîyet Siddiqîya Pakistanî ya ku Pîsporê Norolojiyê ye, li ser bernameyeke dixebitî ku bi wê bernamê çekên biyolojîk ên ku Amerîkayê bi milyar dolaran çêkiribû dikaribûn bên bêtesîrkirin. Amerîkayê ji ber vê bername û xebata ku dihat kirin bi derew û îthaman Afîyet Siddiqî desteser kir û ev bû 14 sal ku wê zindanan de digire û gelek îşkence û zilman lê dike.

Fewzîyeya ku xuşka Afîyet Siddiqîya ku ji teref Amerîkayê ve ev bû 14 sal zindanan de tê girtin îşkence û zilmên lê mezin tên kirin derheqa xweha de nameyek nivîsand û yek bi yek qala zilmên Amerîkayê kir.

Fewzîye Siddiqî di nameya xwe ya ku nivîsand de destnîşan kir xweha wê marûzî îşkence û îstîsmara zayendî dibe û ew ev bû 17 sal ku qet xweha xwe nedîtîye û ev bû 3 sal ku ew qet dengê wê nabihîze. Fewzîye her wisa destnîşan kir ew niha nizane ka xweha wê sax e yan mirîye.

Nameya ku ji teref Fewzîye Siddiqî ve derheqê Afîyet Siddiqî ve hatiye nivîsandin wisa ye:

Afîyet dîya 3 zarok bû û Mislimaneke mukemmel e ku bes armanceke wê hebû, ew jî perwerdekirina gelê xwe bû.  Bi vê armancê li zanîngehên ku di nav de MIT û Brandîes jî hebû perwerdehî dît.

Piştî 11ê Îlona sala 2001an di wê heyama tarîtîyê de bû qurbana wê “konsepta herba li dijî terorê” ya ku niha raxbetê nabîne.

Afîyet di 3ê Adara sala 2006an de digel 3 zarokên xwe yên ku yek ji wan 6 mehî û yên din jî 3,5 û 6 salî bûn li koleneke Qaraçîyê hat revandin û li girtîgeheke veşartî hat girtin. Afîyet dû re li Girtîgeha Bagramê derket.  Ew zilmên ku li wê derê lê hatin kirin û ew qêrînên wê yên di dema îşkenceyan de êdî îro ne sir in. Ew zarokê wê yê ku wê demê 6 mehî bû hêj nayê zanîn li kû ye, sax e yan mirî ye.,

Ez benî, çîrok gelek dûvdirêj e; lê belê piştî micadeleya ku di sala 2008an de 5 salan di warê mafên însanan de hat dayîn re hat hînbûn ku ka Afîyet li kû ye; piştî vê hînbûnê li Efxanistanê ji teref leşkerên Amerîkayê ve hat lêxistin. Bêyî ku delîl bê nîşandan hat diyarkirin Afîyet bi çekeke M4an hewl daye xardîyanî bikuje û bi vê yekê hat sûcdarkirin.(Di bûyera ku qala wê tê kirin de ne şopa tilîyan, ne berik hebû. Dîsa delîlek tune bû ku Afîyet çekê teqandiye. Li cihê bûyerê bes delîlek hebû ew jî ev bû: berika ku ji mesafeyeke nêz  Afîyet pê hatiye birîndarkirin.) Di wan dîmenên ku hatin belavkirin de; şaşmayîna Afîyet û îşkenceyên ku lê hatine kirin tê dîtin.

FBI derheqê bûyerê de lêkolîneke gelekî berfireh kir; lê di encama lêkolînê de tu delîl nedît ku di odeyeke girtî de çeka M4an hatiye teqandin. Delîlên heyî nîşan didan ku Afîyet berik bernedaye leşkeran. Ji vê yekê pêve tiştekî din ne mimkûn e. Ji ber vê yekê Afîyet bêsûc û masûm bû.

Digel van delîlan nehiştin ku em bi parêzê ku ji teref me ve hatibû diyarkirin em parastina xwe bikin.  Ew delîlên zanistî tev di lehê Afîyet de bûn. Digel vê yekê hakimê mehkemê ji bo întîqama 11ê Îlonê bigire 86 sal ceza da Afîyetê.

Ew ekîba parastinê ya ku ji teref Amerîka û Pakistanê ve ji bo parastina wê hatibû amadekirin di niştinên ku hatin dîtin ji dêla ku Afîyet biparêzin, hewl dan li ser wan tiştên ku hatine anîn li serê zarokên wê bigirin.

Ji wê demê vir ve Afîyet li girtîgeheke ku bi navê “mala tirsê” tê zanîn û ya Amerîkayê ye û li bajara Forth Wortha Teksasê ye tê girtin.

Ev bû 17 sal ku min wê nedîtiye û ev bû 3 sal ku min dengê wê nebihistîye.

Li gorî ku ji me re hatiye qalkirin; xardîyan û birêvebirên girtîgehê hestên dînî yên Afîyet dikin hedefên xwe, heqaretan lê dikin û wê tacîz dikin.  Ji ber ku em nikarin herin dîtina wê ûm pê re xeber bidin em nizanin di çi halî de ye.

Ger ji bo dîtina Afîyetê, destûr bê dayîn endamekî/ê malbata me, ew kes newêre biçe dîtina wê; lewra dema ku diçin dîtina wê meriv tazî dikin û lê digerin.

Ez nizanim ka xweha min sax yan mirî ye, sax be rewşa wê çawa ye.

Dîya min nexweş e û çavên wê nabînin. Her wisa nexweşîya qelb û gurçikan pê re heye. Bes daxwazeke wê heye: ew jî dîtina Afîyetê ye.

Ez ji we rixa dikim, vê yekê zanibin: Em malbateke bi hêz û dewlemend nîn in. Feqet hemd ji Xwedê re ku doza Afîyetê ji xwe ve derket pêş. Afîyetê bû sembola namûs, rûmet û fexra neteweyî ya Pakistanê. Afîyet êdî li Pakistanê wek qîza gel tê wesfandin, hemû kes lê xwedî derdikeve. Çîroka wê li Pakistanê bû sembola wan îhlal û neheqîyên ku ji teref xwedî îqtîdarê ve tên kirin.

Însanên ji rêxê bi xwe jî ji di bin tesîra çîroka wê de man. Ji ber vê yekê ew bû sembol û bû “şehîdeyeke zindî.”

Ew qîza xelkê Pakistanê ye. Em qîza ummetê ye. Ew li her derê dîya însanîyetê ye.

Ez dixwazim vê yekê jî bibêjim. Em malbateke polîtîk nîn in. Afîyet bi xwe jî wisa ye. Hetta di dawîya mahkemeya xwe de xwest ku li ser navê wê tu teşebûsên şiddetê neyên kirin. Ew wî hakimê ku ceza danê bi xwe jî efû kir.

Ez bawer dikim ku ev yek şaşîyeke mezin e. Ez hêj hêvîdar im ku ew ê mezinên Amerîkayê rojekê mafên însanan li ber çavan bigirin  û gavên ku pê edalet bê tesîskirin bavêjin.

Eşkere ye ku tu zirara Afîyetê nagihaştiye tu kesî û ew ji bo ti kesî nebûye tehdîd û dê nebêje.

Ew bes dixwast ku ji bo perwerdehîya zarokên xwe derfetan zêde bike.

Ez hêvî dikim ku ev name, wan zehmetîyên ku xweha min û ez dikşînim diyar kiribe.

Ji bo ku ji we re bê teqdîm kirin raporta lêpirsînê ya IJNyê û graphîv Novel digel pêvekê hatiye şandin. Ez hêvî dikim ku nirxa edalet û heqîqetê bi wasitaya îqlîma manewî ya li derdora xweha min a masûm bê dîtin.

Ez ji we re teşekkur dikim.

Dr. Fewzîyye Siddiqî

Norolojîst, Pispira Epîlepsîyê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir