• DOLAR 34.245
  • EURO 37.04
  • ALTIN 3028.227
  • ...
Li Îranê li pey hev 3 erdhej pêk hatin: Herî kêm 4 mirî 19 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin navenda erdhejê bajarên Bender Hemîr û Bender Lengeyê ên ku girêdayê wîlayeta Hurmuzganê ne hatîye qeydkirin û li vê derê jî di seat 02:02an de di mezînahîya 6,1an de erdhej pêk hat.

Di encama erdhejê de li gorî dîyarîyên ‘ewil herî kêm 4 kes canê xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn.

Hat dîyarkirin ku navenda erdhejê gundê Sayehuş hatîye qeydkirin û li herêmên Konh, Derjgan û Çah Ahmedê jî xesarên mezin pêk hatin.

Hat ragihandin ku erdhej 10 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat û di navbera deqîqeyekî de jî di mezinahîya 6,1 û 6,3yan de du erdhejên dinê jî pêk hatin.

Li herêmên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re Artêşa Parastina ên Şoreşa Îslamî û Hêzên Besîc yên ku girêdayê wê ne hatin sewqkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir