• DOLAR 32.365
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2390.145
  • ...
Parlamentoya Tirkîyeyê roja înê dikeve tetîlê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

TBMMyê ku bi normalî her sal di 1ê Tîrmehê de ji fealîyetên xwe re navber dide, li gorî qerara Rojnameya Fermî ya ku di tarîxa 23yê Hezîranê sala 2022yan de hatibû girtin wexta wê yê xebatê hatibû dirêjkirin.

Mahîr Unalê Wekîlê Serokê Kom yê Ak Partîyê daxuyand; piştî xebatên efukirina xwendekaran û îlawekirina budçeyê ew ê sala qanûndayîna Meclîsê bê temamkirin.

Qerarên tetîla TBMMyê û 5 kesên ku di navberdayîna Meclîsê de bixebitin di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Li gorî qerarên TBMMyê ew ê Kehnîyên Tebî’î, Sanayî, Tîcaret, Enerjî, Komîsyona Agahî û Teknolojî, Komîsyona daxwzîyê, Komîsyona Budçe û Planê, Komîsyona Tehqîqatkirina Heqên Mirovî û Komîsyona Wekhevîya Firseta Zilam û Pîrekan dikaribin di nav vê tetîlê de bixebitin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir