Berxwedêrên Filistînî 3 îşxalkeran birîndar kirin
Hat destnîşankirin ku li bajara Nablusa Şerîaya Rojava di navbera berxwedêr û leşkerên rejima îşxalkeran de pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de leşkereke îşxalker û 2 şênîyên Cihûyî birîndar bûn.
![Berxwedêrên Filistînî 3 îşxalkeran birîndar kirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/S_3CPhgYBJR4PeIOYCuzBsjEA38=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/26/berxwederen-filistini-3-isxalkeran-birindar-kirin-5f2ef823.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin, şênîyên îşxalker doh êvarê bi tevî hêzên rejima îşxalker êrîş li Tirbeya Yusuf kirin û daxwaz kirin ku li wê derê ayîna talmudîyê tertîp bikin.
Di encama vê êrîşê de berxwedêrên Fîlîstînî jî li ser rêya ku diçe Goristana Yusuf tekelan şewitandin û nehêştin ku wan îşxalkeran herin goristanê, ji ber vê yekê hêzên îşxalker jî bi bombeyên xazan bersiv dan berxwedêran û di encama wê bersivê de pevçûn pêk hat.
Di encama wê pevçûnê de efsereke artêşa rejima îşxalker û 2 şênîyên îşxalker birîndar bûn.
Şênîyan dem bi dem êrîş li vê goristana Yusuf ê ku bi normalî aîdê kesekî yê ku navê wî Şêx Yusufe ye lê ji teref şênîyên îşxalker ve tê gotin ku ew der cihê mezelê Hz. Yusuf e dikin û ayînên xwe tertîp dikin. Wan îddîayên îşxalkeran di dîrokê de jî û ji teref lêkolîneran ve jî tê derewandin lê wan îşxalkeran bi vê beheneyê dixwazin ku li wê derê jî zift bikin û ji xwe re bikin cih. (ÎLKHA)