Mînîbûs li kendalê gêr bû: 4 mirî 1 birîndar
Hat destnîşankirin ku li Tokatê mînîbûsek li kendalê gêr bû, di encama qezayê de 4 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin mînîbûsek li gundê Çamlikayaya ku girêdayê navçeya Reşadîyeyê ye li kendalê gêr bû lê sebeba gêrbûna mînîbûsê nayê zanîn.
Di encama qezayê de 1 jê zarok tev de 4 kes canê xwe ji dest dan û zarokek jî birîndar bû.
Cenazeyên kesên ku canê xwe ji dest dan ji teref ekîbên AFADê ve ji kendalê hat derxistin. (ÎLKHA)