Li Sêrtê tir qelibî
Hat destnîşankirin ku li Sêrtê tireke ku mazot tê de bû qelibî. Bi xebatên sarkirina ekîbên îtfaîyeyê karesateke mezin hat astengkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine bidetxistin, tireke ku navê şofêrê wê nehatîye hînbûn û plaqeya wê 72 AAB 100 ye li ser rêya Sêrt Şîrwanê, ji ber ku şofêrê tirê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qelibî.
Bi xeberdayînê mirovan ji cihê qezayê re ekîbên îtfaîye hatin sewqkirin, ekîban jî di encama xebatên xwe teqîneke mezin asteng kirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)