• DOLAR 32.371
  • EURO 34.67
  • ALTIN 2382.035
  • ...
NY: Li Sûriyeyê di 10 salên dawî de nêzî 307 hezar siwîl mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî derbarê siwîlên ku di navbera 1’ê Adara 2011an û  31’ê Adara 2021’an de di şerê li Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dane de agahî parve kir.

Di raporê de hat destnîşankirin li Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî di 10 salan de 306 hezar û 887 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî amaran, hejmara kesên ku di 10 salên dawî de jiyana xwe ji dest dane, teqabûlê ji sedî 1.5ê nufûsê Sûriyê dike.

Di rapora sala borî ya Neteweyên Yekbûyî hat weşandin de hat diyarkirin ku 143 hezar û 350 siwîlan jiyana xwe ji dest dane; li gorî rêbazên îstatîstîkî yên nû di heman heyamê de 163 hezar û 537 siwîl di encama pevçûnan de mirine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir