• DOLAR 32.324
  • EURO 35.141
  • ALTIN 2295.944
  • ...
Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê li Efxenîstanê şîva germ belav kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê, li Efxanîstana ku erdhejeke ku di mezinahîya 5,9an de pêk hatibû û gelek kes zirarê dîtibûn de dest bi alîkarîyan kirin.

Ekîbên Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê, bi tevî Weqfa Beşaîra ku li welêt fealîyetan dike çûn navçeya Gayana ku ew ê herî zêde ji erdhejê tesîrdar bûye, li wê derê jî ji kesên ku erdhejê tesîrdar bûne re şîva germ belav kirin.

Rayedarên weqfê derheqê xebatê de axivîn û di axavtina xwe de destnîşan kirin ku ew li Gayanê ji 500 malbatan re şîva germ belav kirine û ew ê hê 5 roj jî her roj ji bo 500 kesan şîva germ belav bikin.

Rayedaran îfade kirin ku ew xeyn ji belavkirina şîva germ ew ê kolîyên xwarinê jî belav bikin.

Ji teref rayedarên weqfê ve hat îfadekirin ku xelqê herêmê di nav feqîrîyeke gelek mezin de ne û ji ber vê yekê bang li xêrxwazan jî kirin ku bila alîkarîyê bikin. (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir