Li Îranê di mezinahîya 5,6an de erdhej
Hat destnîşankirin ku li Başûra Îranê di mezinahîya 5,6an de erdhej pêk hat.
Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin navenda erdhejê li Çareka Bendera ku girîdayê wîlayeta Hurmuzganê ye hat qeydkirin.
Hat dîyarkirin ku erdhej di seat 08.07an de 22 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat.
Di encama erdhejê de mirî anjî birîndar hene hê nayê zanîn. (ÎLKHA)