• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Mahmut Ustaosmanoğluyê serokê Cemaata Îsmaîlaxa rehmet kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mahmut Ustaosmanoğluyê serokê Cemaata Îsmaîlaxa, li nexweşxaneyê tedawîya gurçikan didît û di ‘emrê xwe yê 93 salî de canê xwe ji dest da.

Mahmut Ustaosmanoğlu Xoce Şêxê Cemaata Îsmaîlaxayê ku Terîqeta Neqşîbendîyê ye bû, li Stenbolê di nexweşxaneyek taybet de tedawîyê didît.

Di hîsaba medyaya civakî ya Weqfa Xizmet û ‘Îlm Mizgeft Îsmîlaxa de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Şêxê me yê yarê me Hezretê me Mahmut Efendî rehmet kir, çû axiretê. Serê hemû ummetê Muhammed sax be.”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku cenazeya Ustaoglu ew ê sibê piştî nimêja înê li Mizgefta Fatîhê bê rakirin.

(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir