• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Li Tehranê teqîn: 8 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li kafêyeke ku li navçeya Şehrîyara Tehranê ye di dema bernameyekî de teqîn pêk hat. Li gorî dîyarîyên ‘ewil di encama teqînê de 3 jê zarok 3 jê pîrek tevde 8 kes canê xwe ji dest dan.

Hamîd Askerîyê Serdozgerê Şehrîyarê daxuyand ku teqîn di mitbexa kafêyê de pêk hat û di demeke kin de li hemû avahîyê belav bû.

Askerî, îfade kir ku derheqê teqînê de tehqîqat hat destpêkirin.

Mucteba Halîtê Berdevkê Midirtîya Xelaskirina Acîl yê Îranê daxuyand ku teqîn dibe ku ji ber balonên ku hatine pûfkirinê pêk hatibe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir