• DOLAR 32.996
  • EURO 35.329
  • ALTIN 2455.483
  • ...
Altunê Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê: Hemû Misilmanan ji bo jêkirina “qurbanê” ger cehd bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Altun di axavtina xwe de bal kişand ku Pêxemberê me tu dem îbadeta qurbanê terk nekirîye, hemû Misilmanên ku qeweta wan heye û îmkanên wan hene ji bona ku bi cih anîna vê îbadetê cehdê bikin.

“Qurban, tewekula Hz. Îbrahîm, teslîmîyeta Hz. Îsmaîl û sebra dayîka me Hacer nîşane dike”

Altun di axavtina xwe de îfade kir ku em ketine nav hewaya qurbanê û li axavtina xwe weha zêde kir, “Hemd ji Xwedê re be ku em cardin ketine nav hewayek menewîya qurbanê. Îda Qurbanê, ji şîarên Îslamê ya ew ê herî mezin e. Ev ê ku Îda Qurbanê me’na wê zêde dike, ev ê ku wê dike Îda Qurbanê herî mezin jî ji bo ji Xwedê Teala jêkirina qurbanan e û teqdîmkirina qurbanan e . Îda Qurbanê, tewekkula Hezretî Îbrahîm yê ji Xwedê re, teslîmîyeta Hezretî Îsmaîl yê ji Xwedê re û sebra dayîka me Hacer jî nîşane dike.”

“Em ji vê îbadeta ku Pêxemberê me daîma dikir mihûz nebînin”

Altun di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku Îda Qurbanê di nav xwe de gelek meseleyên muhîm dihewîne û axavtina xwe weha domand, “Qurban, îbadeteke wisaye ku ji tarîxa mirovatîye dest pê kirîye û hatîye roja me. Lê Xwedê Teala jêkirina qurbanê ji Pêxemberê me re ferz kirîye û ji ummeta wî re jî kirîye sinnet. Îbadetek wisaye ku xêra wî jî bereketa wî jî zêdeye. Hemû Misilmanên ku qeweta wan û îmkanê wan heye gerek di Îda Qurbanê de ji jêkirina qurbanê re cehdê bike. Ji xêreke ku pêxemberê me daîma dikir ger ku mehrum neyê mayîn.”

“Qurban, ji bo zêde bûna biratîyê, mihabbetê û naskirinê wesîleyek e”

Altun di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku îbadeta qurbanê îbadetek e muhîm e, “Li gorî mezheba Henîfîyan îbadeteke wacîb e. Li gorî Şafiîyan jî sinnetê miekked e. Yanê xêra wî gelek mezin e. Mirovên xêrxwaz ji bona mirovên feqîr, ji bo feqîyên medreseyan re bi belakirina qurbanên xwe dikarin alîkarîyê bikin û dikarin bibin hevparê xêra wan. Qurban, ji bo zêde bûna biratîyê, mihabbetê û naskirinê wesîleyek e. Jêkirina qurbanê nêzkirina Xwedê Tealaye, qezenckirina rizayê Xwedê ye ji bo însanan.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir