Ji bo Hetayê hişyarîya barana dijwar
Hat destnîşankirin ku di Hetayê de barana ku dibarê dibe ku dijwar bibe, ji ber vê yekê hişyarî hat dayîn.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midirtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hat belavkirin, hat destnîşankirin barana ku li derdorê Hetayê dibare di seatên êvarê de ew ê bi dijwar bibe.
Ji ber baranê jî dibe ku lehî, rabûnî, brûsk, di çûndin û hatinê de astengî, barîna zîpikê û bayek bi dijwar pêk bê, ji ber vê yekê ji mirovan re ji bo ku bi dîqet û bi tedbîrbin hişyarî hat dayîn. (ÎLKHA)