• DOLAR 32.512
  • EURO 34.897
  • ALTIN 2420.74
  • ...
Li Dîyarbekirê di avahîyekê de şewat: Mirîyek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li herêma Seyrantepeya li navçeya Yenîşera Dîyarbekir di seatên êvarê de di qata 20emîna avahîyeke 25 qatî de şewatek ku sebeba wê nayê zanîn pêk hat. Bi xeberdayîna mirovan ji cihê şewatê re ekîbên AFAD, îtfaîye û tenduristî hat sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku şewat bi micadeleyeke dirêj ya îtfaîyeyê hat tefandin. Mirovên ku di nav avahîyê de bûn ji ber şewatê hatin tehlîyekirin.

Hat ragihandin ku nêzê 50 kesan ji şewatê bi xirabî tesîrdar bûn û kesekê ku giran birîndar hat rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir