• DOLAR 32.568
  • EURO 35.163
  • ALTIN 2465.711
  • ...
Îran: Divê ku em li herêmê derbasbûna neftê asteng bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Paşdarê Şoreşên Îslamî di rojnameya ku girêdayê wê ye de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku eger di firotana neftê de ji wan re astengî bê nîşandan ew ê jî li herêmê ji derbasbûna neftê re rê nedin.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Niha hêzên pozbilind bi zimanê gef xeberdidin û dibên qey li Tehranê kesên ku ji wan ditirsin hê mane. Bila ji neyar re bê gotin ku dewra lê xe û bireve hat girtin û ew ê li hember hemû êrîşan bersiv bê dayîn, him jî bi şeklekî miseît bê cizakirin.”

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Li pîyeseya neftê binhêrin. Eger ku em nikaribin neftê bifroşin hûnê jî dibe ku ji herêmê neftê nikaribin bistînin.” Û hat gotin ku li hember Îranê êrîş û astengîyek berdewam bike ew ê li herêmê ji derbasbûna neftê re îzîn nedin.

Li gorî xeberên ku di medyaya mehellî de hatine bidestxitin, Yunanîstan bi emrê Emrîqayê dest da li ser tankereke ku nefta Îranê bar dikir, Îran jî li hember vê destdayînê dest da li ser du tankerên Yunanîstanê. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir