Walîtîya Enqereyê: Ew ê barîna baranê berdewam bike
Walîtîya Enqereyê, ji ber ku îro tê texmînkirin ku ew ê barînek barana zêde bibare û ji ber vê barîna baranê dibe ku rewşên xirab pêk bên hişyarîyan da.
![Walîtîya Enqereyê: Ew ê barîna baranê berdewam bike](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/H1vq1ieih5n2EN9pK6FP73y7QVc=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/23/walitiya-enqereye-ew-e-barina-barane-berdewam-bike-85d56048.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di daxuyanîya ku ji teref walîtîyê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Li gorî daneyên meteorolojîyê ku di dawî de belav kir; di tarîxa 11 Hezîranê piştî nîvroyê de tê texmînkirin ku ew ê baranek zêde bibare û ji ber vê barîna barana zêde dibe ku lehî rabe, mal û dikan di bin avê de bimînin û di çundin û hatinê de jî astengî pêk bê, em hişyarî didin û dibêjin ku bi dîqqet bin.” (ÎLKHA)