• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Misilmanên Hîntî heqaretkirina ji Hezretî Mihemmed re bi çalakîyên giştî lenet kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Hîndîstanê piştî heqeretkirina ji Hezretî Mihemmed re ku ji teref Berdevkê partîya BJPê yê ku di îqtîdarê de ye û Naveen Kumar Jîndalê Serokê Medya yê Delhîya Nû ve hat kirin, xezebên Misilmanan berdewam dike.

Misilmanên Hîntîyên ku dawîkirina wezîfeya Nupur Sharmayê Berdevkê partîya BJPê û ji îhraçkirina Naveen Kumar Jîndalê Serokê Medya yê Delhîya Nû qîma wan nake, bi minasebeta banga rêxistinên sîvîl yên Îslamî û partîyên Îslamî piştî nimêja Înê derketin qadan.

Misilmanên ku him li Delhîya Nû ya paytext û him jî li gelek bajaran bi tevî beşdarbûna bi hezaran çalakîyan kirin, bal kişandin ku Hezretî Mihemmed û Dînê Îslamê, ji bona wan ji canê wan jî gelek muhîmtir e û ew ê ji êrîşên ku ji miqeddesatên wan re tên kirin re bêdeng nemînin.

Misilmanên ku tim bi tim tekbîran dianîtin, bang kirin ku di serî de bi tevî Nupur Sharma û Naveen Kumar Jîndal û bi temamî hemû rayedarên ku êrîşî Hezretî Mihemmed dikin bila bên girtin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir