• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Şehîd Aytaç Baran di 7emîn salvegera şehadeta wî de hat yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Karwanê Şehîdan, bi minasebeta 7emîna Salvegera şehadeta Şehîd Aytaç Baranê ku 9ê Hezîranê sala 2015an ji teref PKKyîyan ve hatibû qetilkirin li serê mezelê wî bernameyek tertîp kir.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir û bi axavtina silavdayîna Omer Çelîkê Serokê Platforma Karwana Şehîdan berdewam kir.

Di bernameyê de Cengîz Aydinê Nivîskar-Lêgerîner derheqê muhîmtîya bernameyê de axavtinek kir, di axavtina xwe de bal li ser muhîmtîya şehadetê, bi navê Aytaç Baran li ser dewa wî yê pîroz kişand.

Aydin, di axavtina xwe de wan qatilên Şehîd Aytaç Baran bi navê “Ew Rêxistina lenînîst-Komînîst ê ku şerrûtî, çepelî û pîsîtîyê bi herfên zêrîn li dîroka Kuridstanê nivîsandîye, niyarê kerê ku bi mayînê barkirîye gelek xweş bi kar tîne.” Nav kir û weha axavtina xwe zêde kir, “Em li vê derê ji bona ku bernameyek hatîye tertîpkirin nehatine, em ji bona ku hinek tiştan îspat bikin li vê derê ne û em ji bona ku hinek tiştan baş hînbibin hatine li vê derê. Em ji bona ku xîreta xwe nû bikin, sozê ku me daye van şehîdan nû bikin, ji bon ku piştî xwîna wan xwîna ku bê rijandin li vê derê ne û van xwîna nîşanê melekan bidin hatine li vê derê.”

Aydin di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku zîyaretkirina mekanên şehîdan, xeberdayîna bi şehîdan re kevneşopîyek Pêxemberê me ye û ew axavtina xwe weha domand, “Pêxemberê me, hema hema her hefte diçû li ser mezel û qebrên şehîdên ku nêzê 5,5 kîlometre dûr e û li ber çîyayê Uhudê ye, diçû û wan şehîdan zîyaret dikir, namzedên şehîdan jî bi xwe re dibir û ji wan re weha digot, ‘Binhêrin gerek rêya we ewakî be.’ Ew ji me re mîsaleke herî xweşik e. Pêxemberê me li vê derê ji me re mesajek ewakî dide, ‘Binhêrin ez jî bi heftane wan zîyaret dikim’, gelek caran li ser qebrên şehîdan weha digot, ‘axx xwezî ez jî di vê ‘erdê de bi we re raketama, ji bona vê de’wê şehîd bibûma.’”

“Aytaç Xoce fêkîyê Îslamê ew ê herî xweşik yê ku di vê coxrafyayê de bû 40 sal e xwe nîşan daye ye”

Aydin axavtina xwe weha domand, “Hatina me yê li vê derê li alîyek sond e li alîyek dinê jî îzzet e. Em qala mirinek e alelade nakin. Di vê dinyayê de hinek kesan ji bona ‘erd, pere, dewlet an jî fikiran dimirin, mirîyên me jî ji bona ‘îlayîkelîmetullah mirin e. Ev tişt, tenê di şehîdîya me de nîne; em bi şahidî û zimanê wan dost û neyarên ku li taxa Şehîdlixa Dîyarbekirê ne ku ew dema ku navê Aytaç Baran digrin devê xwe weha dibêjin, “Wallehî dema ku me wî didît Xwedê Teala dihat bîra me’ wan gotinên xwe û şahîdîyên xwe dibêjin. Şehîdên me yên li vê derê û ev ê ku ne li vê derê ne tu kesên wan ji bona dinyayê, ji bona ku berîkên xwe bi pereyan tijî bikin, ji bona ku fikrên xwe bilind bikin, ji bona ku dewletên xwe û ‘eşîrên xwe pêşve bibin micadele nekirin e. Yek derdekî wan tenê hebû ku ew jî bi vê diayê bû ,’Ya Rebbî ji bona ku rizayê te bê qezenckirin tu ji me re canek dixwazî, ji bona ku em jî vê canê bidin te nigên me neşiqitîne.’”

Aydin di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku Aytaç Baran ji bona de’wa Îslamê hat qetilkirin û weha axavtina xwe dawî kir, “Carna lazim e ku em hinek heqan teslîm bikin. Eger ku ji min bê pirsîn, ‘Aytaç Xoce kî ye?’ ez ê qala exlaqê wî, şexsîyetê wî, îlmê wî, rûkenîya wî bikim encax Aytaç Xoce, fêkîyê Îslamê ew ê herî xweşik yê ku di vê coxrafyayê de bû 40 sal e xwe nîşan daye ye. Ji bona wî kehnîya ku xwe ji wî perwerde kiribû xistibû rengê wê kehnîyê. Kehnîyek e wî, xoceyek wî û telebeyek wî hebû. Kê ji bona ku wê kehnîyê pêşve bibe, dara Îslamê pêşve bibe çi dike ger li vê derê cehdê xwe nû bike.”

Ji bernameyê re, Faruk Dînçê Serokê Bajarê Dîyarbekir yê HUDA PARê, serokên navçe, eqrebe û hevalên şehîd beşdar bûn. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir