• DOLAR 32.751
  • EURO 35.136
  • ALTIN 2447.744
  • ...
Li Peruyê di nav madenvanan de pevçûn: 14 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku li bajaroka Caravelîyê di navbera endamên şîrketên Atîco Calpa û Calpa Renaceyê û madenvanên ne fermî de pevçûn pêk hat.

Di encama pevçûna ku bi midexeleya endamên ewlehîyê dawî bû de 14 kes canê xwe ji dest dan û herî kêm 31 kes birîndar bûn.

Ji teref rayedaran ve hat destnîşankirin dibe ku hêjmarê mirîyan zêde bibe.

Li gorî Wezareta Maden û Enerjîyê, Peru, di sala 2021an de bi hilberîna 96,6 ton zêrê li Emrîqaya Latîn hilberînerê zêran ya ew ê herî mezin bû ye.

Li Peruyê ji bona hilberîna zêran, piranîyê bêşekaran, ji cihên feqîr û dûr têne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir