Li Sirbîstanê ji 214 dibistanê re îxbara bombeyê: Ji perwerdehîya rûberû re navber hat dayîn
Li Belgrada paytexta Sirbîstanê, ji 214 dibistanê re îxbara bombeyê hat kirin, di encama îxbarê de ji perwerdehîya rûberû re navber hat dayîn.
Ji teref Wezareta Geşepêdana Teknolojî, Zanyarî û Perwerdehî ya Sirbîstanê ve daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li Belgrada Paytext bi tevî roja Çarşembê jê 148 dibistanên pêşîn 66 lîse tev de di 214 dibistanan de îxbara bombeyê hat kirin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku îxbar li ser E-postayê hatîye kirin.
Vegerîna xwendekaran ji bo dibistanê heta emreke duyemîn hat raloqkirin. (ÎLKHA)