Li Pakîstanê otobûs gêrê newalê bû: 22 mirî
Li wîlayeta Belucîstana Pakîstanê otobûsek gêrê newalê bû, di encama qezayê de 22 kes cannê xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li bajara Qela Seyfullaha wîlayeta Belucîstana Pakîstanê otobûsek gêrê newalê bû.
Di encama qezayê de 22 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku di nav kesên ku birîndarin de pîrek û zarok jî hene.
Li gorî îddîayan qeza ji ber bi lezçûna otobûsê pêk hat. (ÎLKHA)