• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Tir li motorbisiqletê qelibî: Mirîyek û Birîndarek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin hat îddîakirin ku doh êvarê li navçeya Şehîtkamîla Entabê tirekê yê bi plaqeya 27 AAH 94 li ser rêya Ceddeya 50emîn Rêya D850yê li paşde li motorbisiqleta ku di bin qontrola Bîlal Kiliç de bû xist.

Di encama qezayê de motorbisiqlet ket binê tirê, Bîlal Kiliç pekîya û Yusuf Kiliç jî di binê tirê de ma.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê qezayê re ekîbên 112 hatin sewqkirin.

Ji teref ekîbên tenduristîyê ve hat daxuyandin ku Yusuf Kiliç canê xwe ji dest da û Bîlal Kiliç jî giran birîndar e.

Hat destnîşankirin ku muameleyê şofêrê tirê li ewlehîyê hê berdewam dike û derheqê meseleyê de jî tehqîqatek hat destpêkirin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir