Li wanê di mezinahîya 4,2yan de erdhej
Hat destnîşankirin ku li navçeya Tuşbaya Wanê di mezinahîya 4,2yan de erdhej pêk hat.
Li gorî daneyên ku ji teref Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afet ve hat daxuyandin, navenda erdhejê navçeya Tuşbayê hat qeydkirin û erdhej di seat 11.01an de pêk hat.
Hat destnîşankirin ku erdhej 4.68 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat. (ÎLKHA)