Di pîyeseyên navnetweyî de fîyeta warîl a nefta Brentê 120,12 dolarî tê firotan
Warîla neft a Brentê, di pîyaseya navneteweyîyê de 120,12 dolarî tê firotan. Endîşeyên ku ew ê li giştîyê cîhanê li gorî daxwazîya neftê qasê îhtîyacê hilberîn neyê kirin jî fîyetan zêde dike.
Doh fîyeta warîl a nefta Brentê ji 121,95 dolarî dihat firotan û bi 119, 51 dolarî dawî bûbû. Îro jî bi 120,12 dolarî destpêkir.
Di ‘eynî deqîqeyê de warîla nefta cinsa Teksasa Rojava jî 119,14 dolarî tê firotan.
Hefteya borî koma OPECê daxuyandibû ku ew ê di mehên tîrmeh û tebaxê de hilberînên xwe 648 hezar warîl zêde bikin. (ÎLKHA)