Ji ber dûmana pirêze qeza pêk hat: 10 birîndar
Li Hetayê ji ber dûmana ku di nav ‘erdekî de pirêze hatîye avêtin 6 erebe li hev qelibîn û qezayek zîncîrî pêk hat, di encama qezayê de 1 jê giran tev de 10 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li ser rêya Hessa-Kirikhanê 6 erebe ji ber dûmana pirêzeyê qeza kirin.
Di encama qezaya ku mînîbûseke ku karkerên zîreatê tê de bûn, erebe û qemyonetên ku di nav qezayê de bûn de 10 kes birîndar bûn.
Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)